Hejmarek ji kesên hogirê jîngehê û nîştîmanperwer, li çalakiyeke jîngeparêziyê de derdora bendava Bokabnê ji zibil û paşmaweyan paqij kirin.
Roja Înê 31ê Xermananê, Hejmareke zêde ji kesên hogirê jîngehê û nîştîmanperwer ku ji kur, keç, jin, zarok û nûciwanan pêk hatibû, berpaniyek bi dirêjahiya 8 kîlometran li derdora bendava Bokanê, ji zibil û paşmaweyan ku rûkê civan û bedev ê bendavê têk dabû, paqij kirin.
Jîngeparêzan wek erkek exlaqî û bi awayekî xwerêkxistî , derdora bendava Bokanê ji zibil û paşmaweyan paqij kirin û rûkek civan û bedev bi wî cihî dan, herwisa ew çalakiya wan bû sedema keyfxweşî û dilxweşiya xelkê.
Her salê, jîngehparêz, alîgirên jîngehê û kesên nîştîmanperwer bi armanca parastina jîngeha Kurdistanê ku gefa jinavçûnê li ser e û ji aliyê karbidestên pêwendîdar ên rejîma Îranê ve ti girîngiyekê bi vê re nayê dan, çalakiyên curbicurê în parastina jîngehê bi rê ve dibin.