Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi hêceta birêvenebirina hicaba bizorê 77 navendên geştiyarî daxistine

12:17 - 3 Îlon 2023

Di meha derbasbûyî de zêdetir ji 77 navendên geştyarî û cihên folklorî yên geştiyarî li Îranê bi sedema berçavnegirtina hicaba bizorê hatine daxistin.

Cihgirê Çavdêrî û Helsengandina  Xizmetguzariyên Geştiyariya rejîma Îranê “Îsmaîl Berat”, di hevpeyvînekê de digel rojnameya “Î`itimad” a ser bi rejîmê gotiye: “Bi binbêkirina yasayên Îslamê û hicaba bizorê, zêdetir ji 77 navendên geştyarî û cihên folklorî yên geştiyarî li ser rêyan, li Îranê hatine daxistin”.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye, ku daxistina wan navendên geştiyariyê, bûye sedema bêkarmana 753 kesan.

Herwisa “Îsmaîl Berat” daye zanîn, ku parêzgeha Îsfehanê %27.4, parêzgeha Tehran %9 û Luristan %7 û Kirman %6 î, zêdetirîn amara daxistina navendên geştiyariyê bûne.

Birêveberên çendîn cihên geştyarî gotine, ku hem li warê malî û hem li warê hitbarê, zirar û ziyan li ber wan cihên geştiyariyê kevtine.

Wezîrê Mîrata Çandî û Pîşeyên Destî û Geştyarî ya rejîma Îranê “Izetullah Zerxamî” li derheq daxistina navendên geştyariyê gotiye, ku daxistina navendên geştyarî derbeyeke giran bi pîşeya geştiyarî li Îranê xistiye; lê ji aliyeke dinê ve, vê wezaretê di bexşnameyên xwe de hatin û mana kesên bê hicab li moze û navendên girêdayî bi vê wezaretxaneya rejîmê qedexe kiriye.

Pêka gotina hejmarek ji parêzer û mafnasan, daxistina yekeyên pîşeyî bi hêceta birêveneçûna hicaba bi zorê, bi barimtegirtina jiyana aboriya civakê ye û ew yeka serweyê yasayan e û daxistin bûye alavek bo reftara neyasayî.