Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê li êrîşeke esmanî de 2 binkeyên girêdayî bi rejîma Îranê teqandin

14:45 - 23 Îlon 2023

Ertêşa Îsraîlê li êrîşeke dironî de 2 binkeyên Hemasê li Xezê de teqandin û ew yeka li bersiva balonên agirpêker ên Hemasê bo ser Îsraîlê hatine kirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya El-Erebiye, demjimêrên şevê ya Înê 31ê Xermananê, Ertêşa Îsraîlê ragihandiye ku 2 binkeyên girûpa Hemas li Xezê de li bersiva balonên agirpêker ku ji Xezê ve bo ser axa Îsraîlê hatibûne şandin, kirine armanc û teqandine.

Balonên agirpêker ku ji aliyê devera Xezê ve bi armanca agirberdanê bi axa îsraîlê hatibûne şandin, li başûrî Îsraîlê de teqiyane lê heta niha ti zanyariyek li ser xisarên vê teqînê belav nebûye.

Heta niha ti zanyariyek li derheq xisarên malî û canîê yên vê îrîşa dironiya ertêşa Îsraîlê bo ser wan binkeyên ser bi rejîma Îranê belav nebûne.

Rejîma Îranê tevî gefxwarin li Îsraîlê, bi destêverdan û piştevanîkirin ji girûpên girêdayê bi xwe, hewla alozkirin û dijwarkirina zêdetir a dijayetiyên li navbera Îsraîl û Felestîniyan dide û her carê bi awayekî wan kiryarên xwe yên qirêj dubare dike.