Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd û xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin

11:58 - 24 Îlon 2023

Di heyama çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd yê bi navê Kamiyar Xaliqpena, yê xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Li gorî nûçegihaniya Kurdpayê, hêzên ewlehî bi bê hebûna hikmê dadgehê ev welatiyê Kurd destbiser kirine.

Kurdpa li vê derheqê de ragihandiye, lipeykeftinên malbata Xaliqpena bo agehdarbûn ji çarenivîsa kurê xwe bê encam maye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema girtin û tohmetên ku biser navbirî de hatî sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.