Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

12:00 - 24 Îlon 2023

Welatiyekî Kurd û xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Muxtar Destum, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hate gazîkirin û her li vir jî hate girtin.

Li gorî Nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî ya rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, roja çarşemî 29ê Xermanana 1402 a Rojî, Îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Merîwanê, Muxtar Destum welatiyê xelkê gundê Kanî Dînar a ser bi wî bajarî hatiye gazîkirin û her li vir jî hatiye girtin û çarenivîsa wî nerohne.

Tevî lipeykevtinên malbata navbirî, heya niha çar roj bi ser girtina  navbirî de derbas dibe û navendên serkutker yên rejîmê li bajarê Merîwanê di vê derheqê de ti zanyariyek nedane malbata navbirî.