Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê: “Ti cihgirek bo Bercamê nîne”

12:23 - 24 Îlon 2023

Cihgirê Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê gotiye ku ti bedîlek bo Bercamê nîne, ew gotine li halekê de ye ku rejîma Îranê naxwaze pêbendê sozên xwe yên Bercamê be.
Cihgirê Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê “Ênrîkê Mora” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Êks” de tevî îşarekirin bi îradeya welatên Ewropayê bo gihîştin bi encameke giştî digel rejîma Îslamiya Îranê bi tekezî got: “ti bedîlek bo Bercamê nîne” , ew yeka li halekê de ye ku Wezîrê Derve yê Amerîka “Antonî Bilînkin” bi tekezî gotiye ku rejîma Îranê naxwaze an nikere pêbendê sozên xwe yên Bercamê be.
Herwisa “Ênrîkê Mora” îşare bi hevdîtin digel Cihgirê Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Elî Bagiriyê Kenî” û Cihgirê Nûnerê taybet ê Amerîka li karûbarê rejîma Îranê “Abram Pîlî” û dîplomatên Ewropayê li tenîşta civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî kiriye û gotiye ku li wan hevdîtinan de Bercam hatiye gengeşekirin.
Rejîma Îranê pêbendî bi sozên xwe yên Bercamê bi reftara Amerîkayê ve girê dide û bi vê hêcetê ku heta dorpêçên abûrî  bi tevawî li ser rejîmê neyêne hilgirtin ew sozên xwe yên Bercamê bi rê ve nabin.