Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ermenistanê daxwaza avakirina heyeteke çavdêrî ya Saziya Netyewên Yekgirtî kiriye

11:14 - 25 Îlon 2023

Ermenistanê bo rêgirîêkirin ji qirkirina Ermeniyan li herêma Qerebaxê, daxwaza pêkhatina heyeteke çavdêrî ya Saziya Netewên Yekgirtî kiriye.

Çend rojan piştî vê yekê ku Komara Azerbaycanê herêma Qerebaxê xiste bin konrtola xwe, Wezîrê Derve yê Ermenistanê “Ararat Mîroziyan” gotiye ku bi sedema êrîşa leşkerî ya Komara Azerbaycanê ku ji 9 mehan berî niha ve civaka Ermeniyan li Qerebaxê hatine dorpêçkirin, mertsiya qirkirinê li ser wan heye.

Herwisa navbirî  bo rêgirîkirin ji qirkirina civaka Ermeniyên li Qerebaxê ku heşîmeta wan zêdetir ji 100 hezar kesî ye, daxwaza avakirina heyeteke çavdêrî ya Saziya Netewên Yekgirtî kiriye.

Herwisa û li vê derheqê de yek ji Senatorên Amerîkayê yê bi navê “Gerî Pîterz”  ku serdana deverên Sînorî yên Ermenistan û Komara Azerbaycanê kiribû, gotiye ku hewce ye bo parastina mafê xelkê medenî, çavdêrên navnetewî li deverê de hebin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “BBC”, xelkê devera Qerebaxê  niha digel kêmbûna nan, derman û şevatê rûberû bûne.

Komra Azerbaycanê gotiue ku dixwaze Ermeniyên devera Qerebaxê wek hevwelatî li civakê de bîne hejmar.

Hêjayê gotinê ye ku devera Qerebax li serdema Kurdistana Sor de beşek ji Kurdistanê bû.