Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kolber li ser sînorên Kurdistanê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê birîndar bûn

11:15 - 25 Îlon 2023

Du kolberên xelkê bajarê Merîwanê yên bi navên Sebah navbang nexuya, û Kenan Tebasîde herwisa kolberekî din li bajarê Dîwandere yê bi navê Ferîd nawbang nexuya, bi teqeya hêzên rejîmê li ser sînorên Tete ya Hewraman û Bane hatine birîndarkirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvara roja Şemî 1ê Rezberê, du Kolber yên bi navên Sebah temen 43 salî û xelkê gundê Helûjan a ser bi bajarê Merîwanê û Kenan Tebasîde temen 28 salî û xelkê bajarê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê li ser sînorê Tete ya Hewramanê hatine birîndarkirin.

Ev du kolber bi sedema kurahiya birînan bi mebesta wergirtina tedaviyên pizîşkî bo navendên dermanî li bajarê Merîwanê hatine veguhastin.

Herwisa êvareya roja Çarşemî 29ê Xermananê, kolberekî xelkê bajarê Dîwandere yê bi navê Ferîd nawbag nexuya, bi teqeya rasterast a hêzên spaha pasdaran a terorîst li ser sînorê Bane birîndar bû, û piştî birîndarbûn, ev kolber bi mebesta çareserkirin û tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Bane hatiye veguhastin.