Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexuyabûna çarenivîsa Azad Emînî şalakê jîngehparêzî

11:47 - 25 Îlon 2023

Azad Emînî çalakvanê jîngeparêzî yê xelkê bajarê Seqizê, 10 roje ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û ti zanyariyek li derheq çarenivîsa navbirî li ber dest nîne.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Kurdpayê,  lipeykeftinên malbata Emînî bo agehdarbûn li rewşa kurê xwe bê encam maye û navbirî tenê peywendiyeke kurt a telefonî digel malbata xwe hebû ye, lê ev çalakvanê Kurd roja Duşemî 25ê Xermananê di peywendiyeke telefonî de bi malbata xwe ragehandibû ku ji bo bajarê Sine hatiye veguhastin.

Azad Emînî heya niha li destpêrageheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bê par kirin û hêzên ewlehî yên rejîmê dijayetî digel azadiya demkî û dana barimte ya navbirî dane xuya.

Roja Înê 24ê Xermananê, Azad Emînî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û bi mebesta lêpêçînê, bo girtîgeha Îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Sine hatiye veguhastin.

Azad Emînî Endamê Encumena “Hîwa ya Zanist”  û Encumena jîngeparêzî ya “Jiyana Kesik” a Seqizê ye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatî sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.