Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdem digel destpêka demsala xwendinê, zêdetir ji 7 xwendekar hatine girtin

10:23 - 25 Îlon 2023

Li demsala nû ya xwendinê de zêdetir ji 7 xwendekar hatine binçavkirin û hevdem çendên xwendekar û mamosteyên zanîngehan rastî sekinandina kar an derxistin li zanîngehê hatine.

Pêka raporên belavbûyî, li destpêka meha Rezbera Îsal, xwendekara zanista Peresdarî ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya bajrê Sinê “Seher Salihiyan” li bajarê Seqizê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Herwisa “Mehsa Seîdî” ya xwendekara asta duktoraya zanîngeha Yezd li 20ê Xermananê hate girtin, û herwisa li 23ê Xermananê, çalakvanê xwendekarî û birêveberê berê yê encumena Arman a Xwendekarên Zanîngeha Zanist û Pîşe hate girtin, “Elî Xulamî” Xwendekarê Zanîngeha Tûsî “Elî Rezewî”, xwendekarê birêveberî ya zanîngeha Azad a Zencanê “Ferhad Husênî”, xwendekarê Zanîngeha zanistên pizîşkî ya Îsfehanê “Mihemedmehdî Vusûqiyan” û xwendekara zanîngeha medenî ya Tewrêzê “Armîta Pawiyêr” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Herwisa çendîn xwendekar ên wek “Sara Mededî, Mistefa Mûsewî, Şeqayiq Ekberî, Xeşayar Sifîdî û Zehra Rehîmî” ên li zanîngehên Îranê, dersxandina wan hatine sekinandin.

Çendîn mamosteyên zanîngehan ên wek “Mistefa Azirexşî, Hesen Baqirîniya û Armêta Siracê Zahidî” ji wanegotinê hatine bêparkirin.

Amara destpêkî a derêxistin, ragirtina kar û bêparkirina xwendekar û mamosteyên zanîngehan gelek zêdetir ji wan amarane ye û bi sedema rewşa ewlehî û givaşên ewlehî yên rejîmê bi li ser xwendekar û mamosteyan, rêjeya serast li ber dest nîne.