Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Revîna bisporan ji Îranê gelek zêde bûye

11:57 - 25 Îlon 2023

Hejmarek ji nûnerên meclîsa rejîmê li derheq derkevtina bisporan ji Îranê huşdarî dane û rejîma Îanê jî ti girîngiyek bi derkevtina van bisporan ji Îranê nade.

Pêka gotina beşek ji nûnerên meclîsa rejîmê, rejîma Îranê bisporan û kesên êlît neçar bi derkevtin ji Îranê dike û piştre tohmetên bi ser wan de disepîne, hejmareke here zêde ji wan bisporan bi neçarî ji Îranê derkevtine lê ti basek ji sedema derkevtina wan nakin ku bi sedema tohmetên bê binyat û cudatiya hizir kevtine ber gefxwarinên hêzên ewlehî yên rejîmê.

Malpera Dîdebanê Îranê çend heftiyan berî niha li raporekê de derkevtina bisporan ji Îranê wek “cihê vala bo paşeroja rohn” binav kiribû û nêvêsandibû: “Koçberên bispor û elît ên Îranê digel derkevtina xwe ji Îranê çemedanek ji hizrîn û bernameyên bi wec û bi bandor bo pêşkevtin û avedaniya wî welatî bo derve vediguhazin û desthilatdarî jî bi dilek fireh û bêxem mijûlê şandina van çavkaniyên mirovî ye”.

Pêka gotina vê malperê %67 kesên girîng û bispor ên kompaniyên zanistî ji Îranê derdikevin û niha berfirahiya derkevtina bispor û kesên perwerdebûyî gihîştiye qatên din ên civakê û rêjeya derkevtina qatên nişîv ên civakê roj bi roj zêde dibe.