Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema xwelî barînê du hezar kes li Sîstan û Belûçistanê bo nexweşxaneya hatine veguhastin

10:49 - 25 Îlon 2023

Di encama xwelî barînê li çend bajarên Sîstan û Belûçistanê, zêdetir ji 2 hezar kesan bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û 3 kes jî bi vê sedemê tûşê bûyera hatin û çunê bûne û cane xwe ji dest dane.
Mecîd Muhêbî, Berpirsê Nivîsîngeha Birêveberiya Kirîzan li Sîstan û Belûçistanê, roja Yekşemî 2ê Rezberê ragehand, ku 2 hezar û 107 kes bi sedema xwelî barînê bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û 136 kes ji wan di nexweşxaneyê de hatine razandin.
Li gorî gotina navbirî, ev xwelî barîn li 28ê Xermananê heya 2ê Rezberê, bajarên Zabol, Zehek, Hamûn, Hîrmend û Nîmrûzî li xwe girtine û pirsgirêk bo henase danê çêkiriye, herwisa 3 kes jî bi sedema rûdawa hatin û çûnê canê xwe ji dest dane.
Li gorî gotina karnasan, guhnedana berpirsên rejîma Îranê li salên derbasbûyî bo pêkanîna jêrxana hewce bo kêm kirina zirarên bûyerên keş û hewa yê û girîngî nedan bi hişkbûna çavkaniyên Avî ya vê parêzgehê, bi taybet talawa Hamûn û rûbara Hîrmend, bandorek zêde li ser lêkeftên wekî xwelî barînê hebû ye.