Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dehan hezar zarok ji perwerdehiyê bêpar mane

12:35 - 25 Îlon 2023

Pêka amarên belavbûyê zêdetir ji 820 hezar dersxwan û zêdetir ji 160 hezar zarok ji destpêkirina perwerdê bêpar mane.

Rojanmeya “Şerq” a ser bi rejîma Îranê bi belavkirina raporekê li derheq rewşa zarokan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê û destberdan ji xwendinê ya piştî qonaxa destpêkî de daye zanîn ku beşeke zêde ji gundên vê parêzgehê digel dibistanan 20 heta 50 kîlometran dûr in.

Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê li peyamekê de ku bo navendak lêkolîn a meclîsa rejîmê şandine, îşare bi 960 hezar zarokan kiriye ku li temenê perwerdehiyê de dest ji xwendinê berdane an pare mane.

Herwisa Sendîkaya Mamosteyên Parêzgeha Fars jî nivîsandine ku çendîn hezar zarokên kar ku ew wek “Qurbaniyên biçûk ên hejariyê” binav kirine, ji perwerdê bêpar mane.

Pêka wan raporan zêdetir ji 820 hezar dersxwan ji waneyan pare mane û 160 hezar û 373 zarok jî li dibistanan de nekarîne navên xwe tomar bikin.

Hejarî, bilindbûna nirxan a hewcehiyên dersxwendinê, nebûna aramî, serkutkirin û nebûna ewlehî, daketina dahat, îflasa siyasî û aboriya rejîmê û kirîza birêveberiyê û nebûna bernameyeke serast a zanistî bo perwerde û hînkariyê li Îranê, bûye sedem ku hejmareke zêde dest ji xwendinê berdin.