Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Xuremabadê de dengê teqîneke mezin hate bihîstin û erd hejand

09:30 - 26 Îlon 2023

Dengekê teqîneke mezin li bajarê Xuremabadê de hate bihîstin û erhejek li wî bajarê de hatiye sehkirin lê navenda Jêofîzîka Îranê ragihandiye ku ti erdhejek li wir neqewimiye.

Roja Duşemî 3ê Rezberê, dengê teqîneke mezin li bajarê Xuremabadê de hate bihîstîn û erd hejiya, pêka gotina navenda Jêofîzîka Îranê ku erdhejan tomar dike, ti erdhejek li vê deverê de neqewimiye û berpirsên rejîma Îranê li wî bajarê de ti basek ji serçaveya wî dengî nekirine.

Tevî ku ti amarek ji xixarên wê teqîna cihê şik û gumanê belav nebûye, lî hinek torên civakî de bas hatiye kirin ku renge çavkaniya vê teqêna mezin û deng û erdhejê, navenda mûşekiya “Îmam Elî” ya rejîmê li bajarê Xuremabadê de be.

Li vê derheqê de birêveberê Giştî yê kirîzan ê rejîma Îranê li Parêzgeha Luristanê gotiye: “Ti xisar û teqînek nehatiye tomarkirin û damezraveya Jêofîzîk jî ti erdhejek tomar nekiriye û dema ku zanyarî dest me kevtin em dê rabigehînin”.

Ti zanyariyeke serast li derheq çavkaniya teqîn, dengê mezin û erdheja bajarê Xuremabadê li ber dest nîne û rengehiya vê yekê heye ku ew teqîne li navenda mûşekiya “Îmam Elî” ya rejîmê li wî bajarî de qewimîbe.