Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ertêşa Ukraynê ragihand ku 19 dironên rejîma Îranê yên cura “Şahid” xistine xwarê

09:50 - 26 Îlon 2023

Ertêşa Ukraynê ragihand ku 19 dironên rejîma Îranê yên cura “Şahid” xistine xwarê

Ertêşa Ukraynê tevî îşarekirin bi êrîşa berfireh a esmaniya Rûsiyê bi dironên rejîma Îranê bo ser Ukraynê gotioye ku 19 dironên cura “Şahid” ên berhema rejîma Îslamiya Îranê, xistine xwarê.

Ertêşa Ukraynê roja Duşemî 3ê Rezberê, daye zanîn ku Rûsiyê êrîşeke berfireh a esmanî bo ser çendîn deverên Ukraynê kiriye û li vê êrîşê de dironên cura “Şahd” a rejîma Îslamiya Îranê bikar anîne ku hêza berevaniya esmanî ya Ukraynê, 19 dironên cura “Şahid” ên berhema rejîma Îslamiya Îranê û herwisa 11 mûşekên “Kurûz” ên Rûsiyê xistine xwarê.

Rûsiyê bi mifahvergirtin ji dironên rejîma Îranê, êrîşê dike ser bajaran û xelkê medenî û li demjimêrên sibêdeya roja Dûşemî 3ê Rezberê de jî, erîş kiriye ser sîloyên paşkevkirina dexlûdan û xisareke mezin li wan sîloyan xistiye.

Li vê derheqê de berpirsên Ukraynê ragihandine ku Rûsiyê li devera “Odêsa” li başûrê Ukraynê, derbe bi sîloyên genim xistine û fermandarê vê deverê jî îşare kiriye ku derdora herzar ton dexlûdan li wan sîloyan de bûye.

Tevî ku rejîma Îranê înkar dike ku bo şerê Rûsiyê digel Ukraynê dironan bo Rûsiyê dîşîne, her rojê çendîn belge û wêneyên dironên rejîma Îranê ku bajar û xelkê medenî dikin armanc, li ser torên civakî û nûçegihaniyên fermî yên navnetewî belav dibin.