Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlewî Ebdulxefar Neqşbendî li devedevê salvegera Îna bi xwîn a zahidanê, daxwaza berteka giştî kir

10:00 - 26 Îlon 2023

Li devedevê salvegera Îna bixwîn a Zahidanê de, Mewlewî Ebdulxefar Neqşbendî daxwaz ji xelkê Belûçistanê kir ku li vê rojê de bêdeng nemînin.

Roja Yekşemî 2ê Rezberê, Mewlewî Ebdulxefar Neqşbendî li devedevê salvegera Îna bi xwîn a Zahidanê de, daxwaz ji xelkê Belûçistanê û mamosteyên Olî û tev xelkê kir ku li salvegera vê rojê û roja din a nerizayetiyên seranserî de bêdeng nemînin û bertekê ji xwe nîşan bidin û beşdariyê bikin.

Mewlewî Ebdulxefar Neqşbendî li beşeke axaftinên xwe de got: “Me xwîn nedaye ku sazan û lihevkirinê bikin, me xwîn daye warê xwe ji xwînxwaran paqij bikin, salek derbas bûye û heta serbazek jî nehatiye dadgehîkirin û berwajî pile û payeyên berpirsên wan bilintir kirine.

Herwisa navbirî rû bi rejîma Îranê gotiye: “Hekî hûn me hemûyan bikujin, me hemûyan binçav bikin, em yek santîmetran ji mafê xwe paşve naçin, hekî me hemûyan bikujin hekî Belûçek jî zindî bimîne dê li pey ve bikeve”.

Mewlewî Ebdulxefar Neqşbendî rû bi mamosteyên Olî û tevahiya xelkê gotiye: “Erkê hemû Mamosteyên Olî û hemû xelkê ye ku li hember vê trajêdiyê de dengê xwe bilind bikin û piştî nimêja Înê li seranserê Belûçistanê de xwenîşandanê bikin û roja Şemiyê 10ê Rezberê, tevlî mangirtina giştî bibin.