Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama 12 rojên derbasbûyî de li bajarê Seqizê 17 welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

11:33 - 26 Îlon 2023

Li bajarê Seqizê û li heyama 12 rojên derbasbûyî li devedevê salvegera şehîdkirina “Jîna”yê û hevdem digel salvegera destpêkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî”, aliyê kêm 17 welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Li gorî rapora “Hengaw”ê, ji roja 14 heya 25ê Xermanan îsal, sê jin bi navên “Hêro Qedîmî, Semîre Ehmedî û Seadet Bidaxî” û herwis”a Sefa Ailî, Şêrko Hicazî, Tahîr Sultanî, Umîd Muqedes, Hîwa Tatayî, Azad Emînî, Ezîz Merzî, Emîn Mînayî, Emced Emînî, Ferzad Rehmetî, Mehmûd Xefûrînijad, Mêhran Saidî, Sîrwan Hesenî û Luqman Bîdarî”, li bajarê Seqizê hatine girtin.

Di nav wan girtiyan de, “Semîre Ehmedî, Hêro Qedîmî, Luqman Bîdarî, Azad Emînî, Umîd Muqedes, Tahîr Sultanî, Şêrko Hicazî, Sefa Ailî, Mêhran Saidî, Mehmûd Xefûrnijad û Emîn Mînayî” heya niha di girtîgehên ewlehî yên rejîmê de mane û 5 welatiyên din jî hatine azadkirin.

Herwisa “Hêro Qedîmî û Semîre Ehmedî” bo girtîgeha  “Navenda Terbiyet û Îslah” a rejîmê li bajarê Sinê, hatine veguhastin û Azad Emînî jî, bo yek ji girtîgehên ewlehî yên rejîmê li wî bajarî de hatiye veguhastin.

Ev welatiyê Kurd li dema girtinêde , ji aliyê hêzên ewlehî ve bi awayekî hovane hatiye kutan û rejîmê rewşeke bi sam bi ser wan welatiyan û malbatên wan de sepandine.

Herwisa Navendên ewlehî yên rejîmê rasterast li redkirina danîna barimte ya beşek ji wan girtiyan û dirêjkirina heyama girtîgeha wan de rol hebûne.