Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:53 - 26 Îlon 2023

Ciwanekî Kurd û xelkê bajarê Urmiyê yê bi nave “Ehmed Bêkes” (Şoreş), hevdem digel salvegera şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê hêzên wezareta Îtilaata rejîmê ve hatiye girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Li gorî rapora Hengawê, “Ehmed Bêkes” xelkê gundê “Bawan” ê ser bi devera “Soma û Biradost” a bajarê Urmiyê, 9 roj berî niha ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hatiye girtin û çarenivîsa navbirî nexuya ye.

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn ku “hêzên îdareya Îtilaata rejîmê bi şikandina derî û pencereyên mala “Ehmed Bêkes”, çûne nav mala wî û bi awayekî tundûtîj, navbirî girtine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema girtin û tohmetên sepandî bi ser navbirî, ti zaniyariyek ber dest nîne.

Hêjayê gotinê ye ku “Ehmed Bêkes” şeva Şemî 25ê Xermanana 1402 a Rojî, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaata rejîmê hate girtin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.