Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya sendîka û rêkxistinên xelkî yên bajarê Seqizê bi helkefta yekemîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî

10:08 - 4 Îlon 2023

Sendîka û rêkxistinên xelkî yên bajarê Seqizê bi helkefta yekemîn salvegera şehîdkirina Jîna Emînî keça Kurd a xelka bajarê Seqizê daxuyaniyek belav kirin û dane zanîn, em bi niyaz in ku di 25ê Xermanana îsal de bi kombûn li ser gora Jîna Emînî, careke din û ji berê zêdetir dengê xwe yê azadiyê li hember zilma van zaliman bilind bikin.

Di beşeke daxuyaniya sendîka û rêkxistinên xelkî yên bajarê Seqizê de hatiye, rêzgirtin û bibîranîna xwîna bineheq hatî rijandin a şehîdên rêya azadiyê, yek ji rêyên bîranîna êş û arîşeyan e ku her kesî di rêya azadî û dawîanîn bi zilmê kişandiye û ji serweyê rê ve ronahiyek heye ku me ber bi sibêdeha rizgarî û derbasbûn ji destên zaliman ve bibe.

Herwisa di daxuyaniyê de hatiye: “Em bi niyaz in ku di 25ê Xermanana îsal de, careke din û ji berê zêdetir li ser gora Jîna Emînî kom bibin û li hember zilma van zaliman dengê xwe yê azadiyê bilind bikin û meşxela şehîdan ji berê geştir bikin.

Ew di daxuyaniya xwe de bangê xelkê bajarê Seqizê, hemû xelkê Îranê û bi taybetî hunermend, lîstikvan, werzişvan û kesayetiyên navdar dikin ku di vê rêûresmê de beşdariyê bikin û bîranîna wê sembola azadiyê bi bilindî rabigirin. Ew dibêjin, dê xelkê rêzdar ên bajarê Seqizê bi şanazî ve pêşwaziya mêvan û xelkê hêja yên ku ji bajarên din ên Îranê ve beşdariya vê rêûresmê dibin, bikin.