Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînek li palavtingeha Benderebasê de qewimî û kuştî û birîndar hebûne

10:27 - 26 Îlon 2023

Ragihandinên ser bi rejîma Îranê belav kirine ku teqînek li palavtingeha Benderebasê de qewimye û kesek jî li vê teqînê de hatiye kuştin û sedema teqînê bi derzkirina gazê dane xuya.

Birêveberê pêwendiyên giştî ya palavtingeha Benderebasê “Mihemedelî Muctehidzade” gotiye ku roja Înê 31ê Xermananê teqînek li yekeyeke palavtin a palavtingeha Nefta Benderebasê de ku karê çêkirin û melemekirina lezgîn li wir de dihate kirin, qewimiye û îdia kiriye ku bi lezgînî hatiye kontrolkirin.

Pêka gotina navbirî, 5 kes li vê teqînê de birîndar bûne ku yek ji wan bi sedeam kûrahiya birînan miriye.

Herwisa navbirî îdia kiriye ku vê teqînê ti karlêkeriyek li ser karê palavtingehê nedaniye, Lê ti basek li sedema vê teqînê nekiriye.

Ragihandinên ser bi rejîma Îranê îdia kirine ku renge derzkirina gazê bibe sedema vê teqînê lê heta niha sedema vê teqînê bi serastî nehatiye zanîn û ti kes an aliyekê ew teqîne li stuyê xwe negirtiye.

Heyameke zêde ye ku teqînên wiha li enbar, palavtingeh, enbarên cebilxane û navendên din ên ser bi rejîma Îranê de diqewimin û rejîma Îranê bi rohnî hewla perdepoşkirina sedemên wan teqîn û agirpêketinan dide û sedemên wan teqînan bi sedemên asayî ve girê bide.