Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê li çend bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve çûn

10:15 - 27 Îlon 2023

Malnişînkiriyan li bajarên “Îlam, Sine, Kirmaşan û Hemedan”ê de kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin. Herwisa li gundekî ser bi bajarê Şehrê Kurd de kombûneke nerizayetiyê bi rê ve çû.

Roja Sêşemî 4ê Rezbera 1402 a Rojî, malnişînkiriyan li bajarên “Îlam, Hemedan, Kirmaşan û Sinê” de li ber deriyê bînaya sindûqa malnişînkiriyan a li wan bajaran de kombûna nerizayetî lidar xistin û bi hilgirtina plakardan û dana dirûşman nerizayetiya xwe li derheq bersivnedana berpirsên pêwendîdar û sozên çewt ên rejîmê, dane xûyakirin.

Li bajarê “Kirmaşan”ê, malnişînkiriyan dirûşmên wek “Ne dewlet ne meclîs hay ji xelkê nînin û bimre berpirsê nekêrnehatî, maf nayê dan maf tê standin, heta kengê rezîlî, xirabî û cinayet” dan û serkomarê rejîmê bi “xayîn bi hejaran” binav kirin.

Herwisa hejmareke zêde ji xelkê gundê “Şikevtikê” li nêzî bajarê “Şehrê Kurd” nerazîbûna xwe li derheq radestkirina xwendingeha “Farabî” ya vî gundî bi rejîmê, bo avakirina kempa çareserkirina tûşbûyên madên hişber, nîşan dan û kombûneke nerizayetiyê lidar xistin.

Li bajarê Qezwînê de jî malnişînkiriyan li derheq pêrenegihîştina berpirsên rejîmê bi daxwaziyên wan, kombûna nerizayetiyê lidar xistine.