Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkevta salvegera ji dayîkbûna Pêxemberê Bisilmanan

10:35 - 27 Îlon 2023

Kak Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Nirêveberiya giştî yê PDKÎ, bi hilkevta hatina cêjna Mewlûdê, salroja ji dayîkbûna Pêxemberê Bisilmanan, peyamek belav kir û ev cêjna ji Bisilmanan pîroz kir.

Deqa peyamê wihaye:

Li salvegera ji dayîkbûna Pêxemberê Bisilmanan, Hezretê Mihemed, ez vê hilkevtê ji tev bavermend û dîndarên Olê Îslamê pîroz dikim.

Hivîdarim ev hilkevta bibe tovê pêkvejiyanê û aştiya di navbera tev bavirmendên bi olê pîroze Îslamê û baverên dinê yê cuda.

Hervisa ez vê hilkevtê li hemî Bislmanên Rojhilatê Kurdistanê û netewên îranê pîroz dikim.

Bi hivya tifaqa netewa me.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya giştî a PDKÎ

5ê Rezbera 1402 a Rojî