Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 120 kesî li bajarê Hemdaniyê bi sedema agirpêketinê canê xwe ji dest dane

12:32 - 27 Îlon 2023

Bi sedema agirpêketina li saloneke dawetê li bajarê Hemdaniyê girêdayî bi parêzgeha Mûsila Îraqê, zêdetir ji 120 kesan canê xwe ji dest dane û sedan kesên din jî bi heger agir û herifîna salonê birîndar bûn, û dem bi dem amara kuştî û birîndaran zêde dibe.

Li bajarê Hemdaniyê de , agirpêketinek mezin li saloneke dawetkirinê de qewimî û bi sedema belavbûna lezgîn a agir û herîfîna banê salonê hejmareke gelek zêde kuştî û birîndar li pey xwe aniye û her demjimêr amareke nû ji kuştî û birîndarên vê bûyera trajîk belav dibe.

Pêka dawî amaran  û heya amade kirina vê nûçêzê zêdetir ji 120 kesî bi sedema agirpêketinê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 200 kes jî birîndar bûne û mixabin li wir de trajêdiyeke mirovî qewimye.

Pêka nûçeyên belavbûyî zêdetir ji hezar kesî beşdarî li vê dawetê de kiribûn û hêj amara serast a canjidestdan û birîndaran nehatiye zanîn.

Pêka raporên belavbûyî bi sedema bikarhatina madên nestandard û plastîkî li avakirina vê salênê de agirpêketin bi lezgînî tevahiya salonê li xwe girtiye.

Bajarê Hemdaniyê li rojhilatê bajarê Mûsilê de ye û yek ji bajarên Başûrê Kurdistanê ye ku heta niha wek devereke cihê pisrgirêk maye û kurdên Êzidî û Şebek, Ereb û kêmîneyeke Asûrî û Tirkeman li wir de dijîn û piştî “bi Erebkirinê” hejamra Ereban li wî bajarî zêde bûye.

Berpirsên Herêma Kurdistanê û Îraqê tevê nîşandana hevxemiya xwe digel malbatên wan qurbaniyan amamdebûna xwe bo havarêdeçunê û heçî cure hevkaryekê digel wan malbatan ragihandine.