Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbata şehîd “Jîna Emînî” bi berdewamî li jêr kontrol û çavdiriya rejîmê de ye

16:56 - 27 Îlon 2023

Pêka raporên belavbûyî, ji roja derbasbûyî ve hêzên ewlehî ku bi eşkere mal û taxa cihê jiyana malbata Şehîd “Jîna Emînî” li bajaraê Seqizê, kontrol dikirin, ji wir çûne lê hêzên kincsivîl li wir de cihgîr kirine.

Pêka nûçeyên belavbûyî, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ku çend roj bû li taxa jiyana malbata Şehîd “Jina Emînî” de li bajarê Seqizê, cihgîr bibûn û mala vê şehîda Kurdistanê kontrol dikirin, roja derbasbûyî  ve ji wir çone lê hêzên ewlehî yên kincsivîl li wir û derdora mala malbata “Emînî” cihgîr kirine û çavdriyê li ser hatinûçûna wan û xelkê dikin.

Herwisa hatiye ragihandin ku endamên malbata “Emînî” li hatin û çonê de azad nînin û hatinûçona wan li jêr çavdêriyê de ye û têne kontrolkirin.

Şehîdbûna “Jîna Emînî” bû sedema destpêkirina şoreşekê li Rojhilatê Kurdistan û seranserê  Îranê ku heta niha jî rejîma Îranê nekariye agirê vê serhildanê bitemirîne.