Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Amerîkayê derheq şerê Dêrezorê çûne Rojavayê Kurdistanê

10:46 - 4 Îlon 2023

Berpirsên Amerîkayê roja Yekşemî 12ê Xermananê, bi mebesta lêkolînkirin li ser nakokiyên di navbera Kurdan û Erebên rûniştî li Rojavayê Kurdistanê, ber bi wê herêmê ve çû û digel berpirsên HSDê civiyan.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê, ragihandiye ku civîna wan digel Cihgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka “Îtiyan Goldirîç û Fermandê leşkerî “Coyl Foyl” bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye, HSD û eşîrên herêmê ji bo dabînkirin û xurtkirina aştî û aramiya herêmê yekdeng bûne.

Herwisa di daxuyaniyê de hatiye: “Hêzên HSDê bajarokê El-Bisêre û beşeke mezin ji El-Şihêl kontrol kiriye û tê çavnihêrîkirin ku li bajarokê Zubyanê operasyonê yekalî bike.”

Di heyama meha borî de, girtina fermandarekî Ereb ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve, ku tê gotin ser bi Spaha Qudsa terorîst a rejîma Îran ye û bi bazirganiya madeyên hişber re mijûl e, bû sedema alozî û neraziyên li herêmê.

Li gorî raporan, di şer û pevçûnên devera Dêrezorê de zêdetirî 50 kes hatine kuştin. Hêzên Sûriya Demokratîk dibêjin, girûpên çekdar ên ku ji aliyê rjîma Îranê ve têne piştevanîkirin, di van şer û pevçûnên li dijî wan de beşdar in.

Çavdêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê dibêje, armanca milîsên Îranê ew e ku şerê di navbera Kurd û Ereban de çê bike.