Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 2 kes û 5 kompaniyên Îranî û biyanî li lîsteyê dorpêçên xwe li ser rejîma Îranê zêde kirin

09:27 - 28 Îlon 2023

Amerîkayê 2 kes û 5 kompabniyiyên Îranî û biyanî bi sedema dabînkirina alavên hewce bo berhemanîna dironan bo rejîma Îranê, li listeyê dorpêçên xwe li ser rejîma Îslamiya Îranê zêde kirin.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê birêvebera kompaniya “Hongkong Hîmark Êlêktron Modêl” a bi navê “Fan Yang” û birêveberê kompaniya “Pîşgam Êlêktronîk Sife” yê bi navê “Hemîdriza Canqurbanî” li Îsfehanê û herwisa kompaniyên wan 2 kesan li lîsteyên dorpêçên xwe li ser rejîma Îslamiya Îranê zêde kirin.
Herwisa  Wezareta Xezînedariya Amerîkayê kompaniyeke din li welatê Îmaratê û 2 kompanî li Tirkiye, bi listeyên dorpêçên xwe li ser rejîma Îranê zêde kirin.
Pêka rapora Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, wan 2 kesan û 5 kompaniyan, bi sedema alîkarîdan bi spaha pasdaran a terorîst bo kirîna alavên hestiyar ên hewce bo berhemanîna dironan li listeyê dorpêçên xwe li ser rejîma Îranê zêde kirine.
Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ew kes û kompanî, bi “toreke dabînkirin û şandina alavên dironan bo Îranê” binav kiriye û careke din rejîma Tehranê bo şandina dironan bo Rûsiyê li şerê digel Ukraynê de bi tawanbar zaniye.
Li vê raporê de hatiye ku vê torê, li veguhastina bar û diraf de piştevanî û hêsankarî bo kirîna alaveke bingehîn a dironên cura “Şahid-136” a spaha pasdran a rejîma Îranê kirine.
Li vê derheqê de Cihgirê Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, li karûbarê terorîzm û zanyariyên malî “Brayan Nêlson” gotiye: “Dironên Îranê hêj alavên bingehîn bo Rûsiyê li êrîşkirinên bo ser xelkê medenî û jêrxanên hestyar û bingehîn ên Ukraynê ne”.