Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina Solmaz Hesenzade yek ji endama malbata dadxiwazan digel 3 ji hevalên wê

11:42 - 28 Îlon 2023

Solmaz Hesenzade yek ji malbatên dadxiwazan û xûşka şehîd Mihemed Hesenzade yek ji şehîdên şoreşa Jînayê, li bajarê Bokanê digel sê kesên din yên bi navên Şeyda Rezayî Sîmîn Xeyat û Şîrîn Xeyat, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.

Li gorî rapora Rêkxirawa Mavê Mirîvo ya Hengawê, roja Çarşemî 5ê Rezberê, Solmaz Hesenzade xûşka şehîd Mihemed Hesenzade yek ji şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî li bajarê Bokanê û sê ji hevalên wê yên bi navên Şeyda Rezayî, Şîrîn Xeyat û xûşka wê ya bi nave Sîmîn Xeyat, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.

Ew çar welatiya di demekê de ku li bajarê Bokanê bo bajarê Seqizê diçûn, hêzên ewlehî ew girtine û di peywendiyeke kurt a telefonî de malbata xwe ji girtina xwe agehdar kirine.

Hêjayê gotinê ye ku Şîrîn Xeyat, pizîşk û Endama Encumena Mamayên Îranê ye, herwisa Solmaz Hesenzade berê jî li rêkevta 14ê Xermananê digel bavê xwe hatibûne girtin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek derheq sedema girtin û cihê mana wan çar welatiyên Kurd berdest nîne.