Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlewî Ebdulhemîd: “Rêkara çareserkirina pirsgirêkên Îranê, teslîmbûn bi daxwaziyên Piranî ya xelkê ye”

10:19 - 28 Îlon 2023

Li devedevê salvegera “Îna bi Xwîn “ a Zahidanê, Mewlewî Ebdulhemîd rû bi rejîma Îranê gotiye: “Çareserkirina pirsgirêkan li Îranê de, bihîstina dengê xelkê û teslîmbûn li hember daxwaziyên piranî ya civakê ye”.
Roja Çarşemî 5ê Rezberê li devedevê salvegera “Îna bi Xwîn” a Zahidanê, rêberê Oliye Belûçan li bajarê Zahidanê û kesayetiyê berçav ê Olî yê Belûçistanê, “Mewlewî Ebdulhemîd Îsmaîl Zihî”, bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Îks”, rû bi rejîma Îranê ragihand: “Rêkara çareserkirina pirsgirêkên Îranê, ne li girêdana nerizayetiyên xelkê bi dewletên biyanî û sekinîn li hember neraziyan e, belku li bihîstina dengê xelkê û teslîmbûn bi daxwaziyên piranî ya civakê ye”.
Salek berî niha li “Îna bi xwîn” a bajarê Zahidanê de, zêdetir ji 100 kes ji xelkê medenî ku jin û zarok jî li nav  de bûn, ji aliyê hêzên serktker ên rejîmê ve hatine şehîdkirin û bi 100an kes birîndar bûn û hejmareke zêde ji xelkê hatine binçavkirin.
Rejîma Îranê li piraniya deveran bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û Belûçistanê de bi çekên sivik û giran ên şer, êrîş dike ser neraziyan û bi hovanetirîn awayî, xelkê dikuje, binçav û îşkence dike û heta niha bi 10an mêr, jin, ciwan û zarokên bê berevan li jêr îşkenceyan de kuştine.