Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

7 Roj taziya giştî li Mûsilê hate ragihandin

10:48 - 28 Îlon 2023

Bo hevxemiya digel malbatên bûyera agirpêkevtinê, 7 roj taziya giştî li parêzgeha Mûsilê hate ragihandin.
Bi boneya bûyera dilêşe agirpêkevtina li Talarekî dawet û şahiyê de ku pitir ji 120 kesî canê xwe ji dest dan û sedan kesên dinê jî bi hegera Agir û herifîna bînaya talarê birîndar bûn, parêzgarê Mûsilê 7 roj taziya giştî li vê parêzgehê de ragihand.
Di dema govend û daweta Bûk û Zawayekê de ku pitir ji Hezar kes mêvan hatibûne gazî kirin bo talarekê li bajêrokê Hemdaniye li parêzgeha Mûsilê, agir berbû parej ji banê talarê û bi sedem xwarê bûna kowalêtiya alawên bikarhatî li çêkirina Talarê de, gelek zû agir geheşte her derê Talarê ku mixabin bûyerekî trajîk lê çêbû ku pitir ji 120 kesî canê xwe ji dest dan û sedan kes birîndar bûn.
Vê bûyerê dengvedanekî cîhanî li nûçegihaniyade hebû ku bû cihê xembariya her mirovekê.
Hewceyî amajepêkirinê ye ku rêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya PDKÎ jî li vê derheqê de peyamekî sersaxî û hevxemiyê belav kir.