Li salvegera “Îna bi Xwîn” a Zahidanê, Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat peyamek rû bi xelkê Belûçistanê û netewên din ên Îranê belav kir û hevxebatî û yekxistina hêza xebatkar ên netewên Îranê bi rêçareya serkevtin bi ser rejîma Îranê da zanîn.
Li beşeke vê peyamê de hatiye: Yek ji destkevtên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li heyama sala derbasbûyî, zêdetir hevqederiya netewên bindest ên Îranê da xuyakirin û li encam de hewcehiya hevpeywendî û hevxebatiya zêdetir a wan neteweyan digel hev bûye ku berçavtirîna wan jî, piştevanîkirina neteweya Belûç li serhildanên Kurdistanê bûye ku her li yekem derkevtina xwe de jî, “Îna Bi Xwîn” li pey xwe anî.
Li dawiya peyama PDKÎ de hatiye: Tekeziyê jî dikin ku bi tenê hevxebatî û piştevanîkirina netewên Îranê û yekxistina hêza xebatkariya wan dikare bo herifandina Komara Îslamî û anîna serkar a hikûmeteke demokratîk û piloral dikare dawî bi siyaseta cudatîdanînan û jinavbirinan li dijî wan netwane bîne û şûnwarên sedsalek a siyaseta serkutkirinê ji nav bibe.