Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li şer û pevşûnekê de li parêzgeha Fars 5 kes ji hêzên întizamî yên rejîmê hatine kuştin

19:07 - 28 Îlon 2023

Li bajarê Feraşbendê ser bi  bajarê Fîrûzabad a parêzgeha Fars de, 5 kes ji hêzên întizamî yên rejîmê ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hatine kuştin û çend jî birîndar bûn, rejîmê rêyên hatin û çonê li wî bajarî daxistine û helîkopterên rejîmê li esmanê devera Hingamê, devr lêdidin.
Ciwanên devera “Hingam”a bajarê Feraşbendê êrîşekî çekdarî kirine ser pasgaha hêzên serkutker ên întizamî ya “Hingam a Qîr” ku di encamê de 5 kes ji hêzên Întizamî yên rejîmê kuştin û 15 jî birîndar kirin.
Herwisa hatiye baskirin ku sîxurek ê xelkê Efxanistanê û karbidestekî din ê rejîmê yê kompaniya Av a devera Feraşbendê jî hatine kuştin.
Pêka girtevidyoyên belavbûyî , maşînên hêzên întizamî kevtine ber gulleyan û cihê gulleyên li ser têne dîtin.
Zordarî û serkuta 45 salaneya xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve bûye sedem ku xelk bo parastina can û kirameta xwe û malbatên xwe dest bo çekan bibin.
pêka raporên dawî, helîkopterên hêza întizamî ye rejîmê heta direng her li esmanê devera Hingamê de devr lêdane û bi fermana serhengê pasdar “Rehambexş Hebîbî” tevahiya rêyên Fîrûzabadê bo Şîraz, Qîr û Feraşbendê hatine daxistin.