Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçona ciwanên Qeşqayî digel hêzên rejîmê berdewam e û 3 kes ji hêzên rejîmê birîndar bûne

19:11 - 28 Îlon 2023

Li Şer û pevçona ciwanên Qeşqayî digel hêzên rejîmê, fermandeyê pasgaha Întizamî ya rejîma Îranê li “Qîr û Karzîn”ê û 2 kesên din ên hêza întizamî hatine birîndarkirin.
Ji roja Sêşemî 4ê Rezberê ve şerê çekdarî li navbera hêzên rejîma Îranê û ciwanên Qeşqayî de berdewam e û pêka nûtirîn nûçeyên belavbûyî, fermandeyê hêza întizamiya rejîmê li devera “Qîr û Karzîn”ê, serheng “Qurbanelî Rûsta” û 2 kesên din ji hêza întizamî hatine birîndarkirin.
Pêka dawî nûçeyên belavbûyî, girûpeke ciwanên Qeşqayî ku hejmara wan nehatiye zanîn, heyamê 2 roj e ku mijûlê şer digel pasdarên terorîst ên rejîma Îranê û xwefirotiyên deverê de ne û li çiyayê “Zînabad” a parêzgeha Fars de ew şere berdewam e.
Roja Sêşemiyê 5 kes ji hêzên întizamî ji aliyê ciwanên Qeşqayî ve li pasgaha “Hingam”ê hatibûne kuştin û 15 kes jî birîndar bibûn û helîkopretên rejîmê li esmanê wan deveran de dewr lêdane.