Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şerê çekdarî de piledarekî rejîmê li bajarê Daverzena Xurasanê hate kuştin

10:33 - 2 Îlon 2023

Piledarekî serkutkar yê Hêza Întizamî yê bi navê “Davûd Sebûrî”, di şerekî çekdarî de li bajarê Daverzena Xurasanê ku birîndar bibû, roja Înê giha bi sizayê xwe.

Ajansa Nûçegihaniya Fars a ser bi Spaha Pasdaran roja 10ê Xermananê nivîsîbû, serwan “Davûd Sebûrî” ji hêzên Întizamî ji devera Daverzena Xurasana Rezewî ku di operasiyona lipeykevtina kesên qaçax de bi gulleyên şer birîndar bibû, îro danê êvarê hate kuştin.

Hêzên rejîmê evqas xelkê medenî û kasibkar azar dane, ku her derfetek ji bo wan bê pêş, dikine armanc û digihine sizayên kiryarên xwe.

Bajarê Daverzen yek ji bajarên rojavayê parêzgeha Xurasana Rezewî ye. Navenda vî bajarî Daverzen e ku di 310 km rojavayê Meşhedê de hilkevtiye.