Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên bajarên Bokan û Seqizê hatine girtin

10:51 - 4 Îlon 2023

Du ciwanên Kurd ên xelkê bajarên Bokan û Seqizê yên bi navên “Ebdulah Gulistanî û Salar Şerîfzad” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin

Li gorî rapora Hengawê, roja Şemî 11ê Xermananê, Ebdulah Gulstanî yê xelkê bajarê Bokanê piştî gazîkirin bp îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Bokanê, hate girtin.
Herwisa di heyama rojên derbasbûyî de, “Salar Şerîfzade” yê xelkê bajarê Seqizê li encama êrîşa hêzên rejîmê hatiye girtin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatinî sepandin û cihê mana wan, ti zaniyariyek ber dest nîne.