Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Qurwe ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:08 - 30 Îlon 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Qurwe yê bi nave Resûl Fedayîfer ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin
Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, di heyama Çend rojên derbasbûyî de welatiyekî Kurd û xelkê gundê Gelale yê ser bi bajarê Qurwe, û yê bi navê Resûl Fedayîfer ku Endaziyare, ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
Berê jî xûşka Resûl Fedayîfer ya bi navê Firîşte li devedevê salvegera şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li yek ji şeqamên bajarê Qurwe ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû girtin.
Heya niha lipeykeftinên malbata navbirî bo agehdarbûn li rewşa kurê xwe bê encam maye û çarenivîsa wî nexuya ye.