Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelê Belûç li salvegera Îna bi xwîn a Zahidanê, tevî rewşa ewlehî xwenîşandan kirin

10:48 - 30 Îlon 2023

Tevê rewşa ewlehî, qutbûna înternetê û milîtarîzekirina bajarên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, ji aliyê rejîmê ve, li çendîn bajarên Sîstan û belûçistanê de xwenîşandanên arambi dijî rejîmê bi rê ve çon.
Li salvegera “Îna bi Xwîn” a bajarê Zahidanê, hêzên taybet bi dorpêçkirina bajar û cihgîrkirina nîşançiyan li ser banan, anîna bi 10an maşînên leşkerî û zirêpoş, bikaranîna gulleyên şer û herwisa gulleyên gaza rondikrêj, bersiva xwenîşandana aram a xelkê dan.
Li bajarên “Rask, Soran, Xaş, Teftan, Çabihar, Kerîmabad û Îranşehr”ê de hêzên rejîmê tevî milîtarîzekirina wan bajaran û cihgîrkirina rêjeyeke zêde ji hêzên serkutker û maşînên zirêpoş û maşînên leşkerî yên bi çekên nivegiran ên wek “Dûşka”, înterneta wan bajaran jî qut kirin.
Gelê Belûç li wan bajaran de tevî hemû hewldan û rêgiriyên rejîmê xwenîşandan kirin û dirûşmên wek: bimre dîktaror, bimre xamineyê, ne şah dixwazin me axund, em dê tola şehîdê xwe hildîn, em digel dujminê xwe sazanê nakin û çendîn siloganên dij bi binyata rejîmêp dane.
Herwisa li wan bajaran de li demjimêrên şevê de xelê bi hilkirina agir şeqam daxistine û li hemberê hêzên serkutker de sekinîn û li çendîn cihan de hêzên rejîmê bi hemû alavên xwe ve revîne lê nêzî 30 kes ku 8 ji wan zarok in, ji aliyê rejîmê hatine birîndarkirin û bi 10an kes jî hatine girtin.
Herwisa hêzên rejîmê li çend bajaran li demjimêrên şevê bi awayekî hovane û bêrîzîkirin,  êrîşkirine ser malên xelkê û li şeqaman de xelk bi kom binçav kirine.