Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê tundûtîjî xiste nav Salvegera Îna bi xwîn a Zahidanê

12:21 - 30 Îlon 2023

Xelkê bajarê Zahidanê piştî nimêja Înê, rijyane ser şeqaman û xwenîşandaneke aşitîxwazane lidar xistin, lê hêzên serkutker ên întizamî û ewlehî yên rejîmê, tevî alozîxistin û tundûtîjiyê, bi 10an kes birîndar kirin

Hezên serkutker û hov ên rejîma Îranê, bersiva xwenîşandana aşitîxwazaneya xelkê bajarê Zahidanê bi gulleyên şer û saçmeyî dan û tevî tundûtîjîxistin li nav vê xwenîşandanê bi awayekî hovane nêzî 30 kes ji xwenîşanderan ku 8 ji wan zarok in birîbndar kirine.

Pêka raporên belavbûyî, rejîma Îranê ji çend heftiyan berî niha ve hêzên serkutker bo serkuta xwenîşandana xelkê Zahidanê ji bajarên wek Benderebas, Kirman û çend bajarên din ên nêzî bajarê Zahidanê, bi wî bajarî anîne .

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, hêzên rejîmê, bilî reftara hovane, gulleyên şer, saçmeyî û rondikrêj li hembner xelkê de bikar anîne û maşînên zirêpoş û yên leşkerî ku çekên wek “Dûşka” li ser hatibûne danîn, li nav bajarê de dewr lêdane.

Hêjayê gotinê ye ku xwenîşandan li dijî rejîma Îranê heta derngiya şevê li piraniya bajarên parêzgeha Sîstanj û belûçistanê de berdewam bûye.