Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha rejîmê li bajarê Ramhormozê de girtiyan agir berdane girtîgehê

10:55 - 30 Îlon 2023

Girtiyên li girtîgeha rejîmê li bajarê “Ramhormoz”ê, bi agirberdan bi girtîgehê xwenîşandan kirin û pêka îdiaya rejîmê, ew yeka li berteknîşandana girtiyan li derheq bidarvekirina girtiyekî hatiye kirin.

Pêka raporên belavbûyî, li demjimêrên şevê ya Înê 7ê Rezberê, li girtîgeha rejîmê ya li bajarê “Ramhormoz”ê ser bi parêzgeha Xûzistanê, girtiyên vê girtîgehê bi agirberdan bi vê girtîgehê xwenîçandan kirine  û herwisa hatiye baskirin ku li derveyî girtîgehê, dengê teqeyan li nav girtîgehê hatiye bihîstin.

Pêka îdiaya nûçegihaniyên fermî yên ser bi rejîma Îranê, hejmarek ji girtiyan li vê girtîgehê de li berteka bidarvekirina girtiyekî li vê girtîgehê de agir hilkirine û alozî xistine nav girtîgehê.

Herwisa îdareya giştî ya Girtîgehên rejîmê li parêzgeha Xûzistanê, îdia kiriye ku şer û lêdan li navbera çend girtiyan de li bendeke girtîgeha “Ramhormoz”ê de qewimiye û bo demeke kin rewşa girtîgehê aloz bûye û niha rewşa vê girtîgehê asayê ye.

Hêj bi serastî sedema xwenîşandana girtîyên li vê girtîgehê û agirberdan bi girtîgehê û denqê teqeyan û rengehiya kuştin an birîndarkirina girtiyan li vê girtîgehê, nehatiye zanîn.