Roja Pêncşemî 6ê Rezberê, Erselan Dîwarger welatiyê bajarê Sine, piştî gazîkirinê bo Îdareya Îtilaat a wî bajarî, bo cara duyem hate girtin.
Erselan Dîwarger, roja Şemî 17ê Befranbara 1401 a Rojî,piştî gazîkirin bo Îdareya Îtilaata bajarê Sine, li vir hatibû girtin.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetê ku bi ser navbirî de hatî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.