Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê 3 meh girtîgeh bi ser Şehla Çopanî de hate sepandin

10:55 - 4 Îlon 2023

Şehla Çopanî, welatiya xelka bajarê Seqizê ku îsal bo heyamekê ji aliyê navendên ewlehî yên rejîmê ve hatibû girtin, 3 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya Hengawê, Şehla Çopanî ya welatiya temen 35 sal û xelka bajarê Seqizê, di heyama derbasbûyî de ji aliyê Taya 105 a Dadgeha Tawanan a rejîmê li vî bajarî, 3 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
Hêjayê gotinê ye ku, Şehla Çopanî di dema binçavkirinê de, ji destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bêpar bûye.

Roja Duşemî 5ê Pûşpera 1402an, hêzên Îtilaatê rijiyane ser mala Şehla Çopanî li bajarokê Qewex yê ser bi bajarê Seqizê û navbirî girtin.

Piştî girtinê navbirî bo girtîgeha Îtilaata rejîmê li Sinê hatibû veguhastin û dawî car bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji navenda Çaksazî û Hînkariya rejîmê lî vî bajarî hatibû azadkirin.