Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayekî Zanîngehê ji aliyê rejîmê ve ji zanîngehê hate derxistin

11:11 - 4 Îlon 2023

Dr. “Bêhrûz Çemenara” ku yek ji mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê ye, ji aliyê karbidestên rejîmê ve ji zanîngehê hate desxistin.

Dr. “Bêhrûz Çemenara” nameyek belav kiriye û pêka vê nameyê, îdareya Îtilaata rejîmê li parêzgeha Sinê bi hevahengî digel Parastina Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê, Serokê berê yê Lêkolînên Kurdistannasî û yek ji mamosteyê girûpa ziman û wêjeya Kurdî yê zanîngeha Kurdistanê Dr. “Bêhrûz Çemenara” ji zanîngeh û heyeta zanîstî ya vê zanîngehê derxistine.

Dr. Bêhrûz Çemenara li nameya xwe ya bo Serokê Zanîngeha Kurdistanê nivîsiye, ku bi sedema belgeyên nezanistî ku piranî bi mebesta dîtingeha ewlehî û siyasî ya hejmarek ji navendên derveyî zanîngehê ne, ew li ser kar hatiye derxistin.

Di nameya Dr. Bêhrûz Çemenara de hatiye, ku îdareya Îtilaata rejîmê li parêzgeha Sinê, nameyek li derheq derxistin ji zanîngehê bo navbirî şandiye û bi rêya pêwendiya telefonî ve jî, bi navbirî re hatiye ragihandin ku navê wî ji lîsteya mamosteyên hatinî derxistin, tomar kirine.

Dr. Bêhrûz Çemenara, sibêdeha roja Şemî 5ê Sermaweza 1401 a Rojî, bi mebesta piştevanîkirin ji şoreşa Jînayê û xwendina daxuyaniya mamosteyên Zanîngeha Kurdistanê bi zimanê Almanî li derheq serkutkirin û binçavkirina xwendekaran ji aliyê rejîmê ve, bo heyama heftiyekê hatibû binçavkirin.