Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kaneke xelûzê li bajarê Damixanê teqiya û 6 kedkaran canê xwe ji dest dan

11:20 - 4 Îlon 2023

Kena xelûz a bajarê Damixan li parêzgeha Simnanê teqiya û hejamareke nexuya ji kedkar di vê kanê de mane û medyayên ser bi rejîma Îranê belav kirine ku 6 kedkar d vê kanê de canê xwe ji dest dane.
Kangeha Xelûz a “Terzê”ya Damixana parêzgeha Simnanê, demjimêr 7ê êvareya roja derbasbûyî bi sedemeke nexuya teqiya û rêya derkevtina kedkaran ji tûnelên binerdî hate girtin û kedkar hê jî nehatin derxistin, lê ragihandinên fermî yên rejîmê îdia kirine ku bi tenê 6 kedkar ji kûrahiya 700 metriya vê kanê bûne ku bi sedema teqîna gaza kombûyî, canê xwe ji dest dane.
Pêka amarên Wezareta Kar, di sala 1401 a Rojî de 700 kes bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane, lê Saziya Pizîşkê Dad belav kiriye, ku li sala 1401 a Rojî, zêdetirî hezar û 900 kedkar bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane.
Pêka rapora çalakvanên mafê mirovî li Îranê, zêdetir ji 3 hezar û 576 kedkar bi sedema bûyerên kar birîndar bûne.
Rejîma Îranê derheq parastina ewlehiya kedkaran di dema karkirinê de, li cîhanê di pileya 102 de ye.