Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salek girtîgeh û dana 15 milyon Tumen bi ser Nazîla Me`irûfiyan de hate sepandin

12:30 - 4 Îlon 2023

Nazîla Me`irûfiyan a rojnamevana Kurd û xelka bajarê Seqizê û rûniştiya bajarê Tehranê, ku bo cara çaremîn ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin û rastî grevgirtin û bêrêziyê hatibû, bi 15 milyon Tumen û salek girtîgehê hate sizadan.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 12ê Xermananê, Nazîla Me`irûfiyan ku bo dadgeha Tehranê hatibû veguhastin li vir jî gitibû, ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreşa rejîmê li Tehranê, bi tohmeta “propagende li dijî rejîmê û çêkirina kombûnên nearamiyê”, 15 milyon û salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Navbirî di dadgeha rejîmê de gotibû: “We dikarî di girtîgehê de wê cezayê bi min re rabigehînin”.

Kurdpa dibêje, dozek din jî li dijî Nazîla Me`irûfiyan hatiye vekirine û li derheq girevgirtina Nazîlayê hatiye zanîn ku “ev rojnamevana Kurd ji destpêka girtina tundûtîj ve heta niha dest avêtiye bi gireva birçîbûnê û heta niha çi tiştek nexwariye”.

Roja Çarşemî 8ê Xermanana 1402 a Rojî, hêzên rejîmê bo cara çaremîn êrîşî ser mala Nazîla Me`irûfiyan kirin û ew bi awayekî hovane girtin.

Ev rojnamevana Kurd a xelka bajarê Seqizê, cara yekê 8ê Xezelwera 1401an, derheq hevpeyvînkirin digel Emced Emînî yê bavê Jîna Emînî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin.