Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna kombûna nerazîbûnê ya malnişînkiriyên Mixabiratê di 17 parêzgehan de

10:28 - 5 Îlon 2023

Li berdewamiya birêveçûna kombûnên nerizayetiya malnişînkiriyan li seranserê Îran û Kurdistanê, malnişînkiriyên Mixabiratê di 17 parêzgehên Îran û Kurdistanê de kombûna nerazîbûnê lidar xistin.
Roja Duşemî 13ê Xermananê, malnişînkiriyên şîrketa Mixabiratê li 17 parêzgehan li hember pêranegihîştin bi daxwazkariyên wan û cîbicînekirina yasayên karmendî û kar ên sala 1398an û çaresernekirina pirsgirêkên bîmeya tendirustiyê, wek hemû Duşemiyên borî kom bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Malnişînkiriyan li parêzgehên “Kirmaşan, Sine, Xûzistan, Kohgiluye û Boyer Ehmed, Îsfehan, Merkezî, Xurasana Rezewî, Gulistan, Gîlan, Tehran, Erdebîl, Fars, Hormozgan, Tewrêz, Zencan, Sîstan û Belûçistan û Erdebîl”ê kombûna nerazîbûnê lidar xistin. .
Malnişînkiriyên van parêzgehan dirûşmên wek: “Me dadperwerî nedîtiye û tenê direw bihîstine, eva ye rewşa dadperweriyê, mixabirat şermezar, malnişînkirî biqîrîne û daxwaza mafê xwe bike, sozek bes e û me temenê Nûh nîne, birêveçûna yasayê mafê me ye û tenê bi hatina ser şeqaman mefê me bi dest ve tê û dehan dirûşmên dinê dan.
Herwiha malnişînkiriyan ragihandine ku heya birêveçûna temam ya yasaya karmendî û bicihanîna daxwazên wan, dê çalakiyên xwe yên nerazîbûnê berdewam bikin.