Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya zarokên ku dest ji xwendinê berdane %17 zêde bûye

09:00 - 5 Îlon 2023

Rojnameyeke ser bi rejîma Îranê belav kiriye, ku di heyama 6 salan de rêjeya destberdana zarokan ji derxwendinê %17 zêde bûye û sedema vê yekê bi hejarî daye zanîn.

Rojnameya “Resalet” a ser bi rejîma Îranê, bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rêjeya destberdana zarokên Îranê ji dersxwendinê di heyama 6 salên derbasbûyî de, %17 zêde bûye û îdia kiriye ku sedema vê yekê jî zêdebûn û berfirehiya hejarî li Îranê ye.

Herwisa pêka amrên navenda lêkolînan a meclîsa rejîma Îranê, rêjeya destberdana zarokan ji xwendinê ji demsala xwendin a sala 1394-95 a Rojî heta demsala xwendin a 1401-02 a Rojî li Îranê, %17.5 zêde bûye.

Pêka wê rojnameya rejîmê, ew amare hemû girûpên civakî, zarokên kar, zarokên biyanî û wan keçan ku di temenê zarokatiyê de jiyana hevpar pêk anîne, li xwe digre.

Wezareta Perwerde û Hînkarî ya rejîmê jî belav kiriye, ku li demsala xwenmdin a 1400-01an, zêdetir ji 911 hezar zarok û nûciwan ji xwendinê pare mane û 279 dersxwan jî dest ji xwendinê berdane.

Herwisa vê rojnameya rejîmê daye zanîn ku %73 a zarokan li sala yekem a desrxwendinê navê xwe di dibistanan de tomar kirine ku bi vê wateyê ye %27 a zarokan li sala yekem a xwendinê navê xwe tomar nekirine.

Hejarî, cudatîdanîn, enfalsyon, belavbûna madên hişber, pirsgirêkên malbatî û sitema netewî bi taybet li ser netewên xeyre fars ên li dibistanan û herwisa îşkencekirin, kuştin û binçavkirina zarokan ji aliyê rejîmê ve, beşek ji hegerên destberdana zarok û nûciwanan ji derxwndinê ye.