Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Canjidestdana bi guman ya du girtiyan piştî azadbûna wan ji girtîgehê

11:39 - 5 Îlon 2023

Arman Sengî, xelkê Bane û girtiyê siyasî yê berê, piştî derbaskirina du sal girtîgeh û piştî derbasbûna sê meh azadbûnê canê xwe ji dest da; Navbirî duyemîn girtiyê siyasî yê Kurd e ku piştî berdan ji girtîgehê canê xwe ji dest daye.
Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya Hengawê, roja Şemî 11ê Xermananê, Arman Sengî yê xelkê bajarê Bane û girtiyê siyasî yê berê, bi awayekî cihê gumanê canê xwe ji dest daye.
Arman Sengî çend roj berî niha serdana bajarê Şîrazê kiribû û piştî 2 rojan termê navbirî di vî bajarî de hatibû peydakirin.
Hengawê dibêje, Arman Sengî ti nexweşiyeke dil û zikmakî nebûye û sedema canjidestana wî bi celdeya dil hatiye zanîn.
Herwisa Hengawê daye zanîn, roja Pêncşemî 9ê Xermananê, Hesen Cûcegelwanî yê girtiyê siyasî yê berê piştî derbaskirina çend meh ji berdanê, canê xwe ji dest daye.
Hengaw dibêje, Hesen Cûcegelwanî yê xelkê bajarê Pîranşehrê û endamê xwecihî yê Spaha Pasdaran bû ku li 29ê Banemera 1397an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha rejîmê li Urmiyê hatibû girtin û paşê bi tohmeta “sîxurîkirin bo hêzeke dijberê rejîma Îranê” bi 5 sal girtîgehê û dûrxistin bo girtîgeha Erdebîlê hatibû sizadan.
Piştî berdana navbirî ji girtîgehê rewşa derûnî û cesteyiya wî bi awayekî berçav nebaş bûye û hatiye zanîn ku termê navbirî yê bê can di mala xweşka wî de hatiye dîtin.