Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berhevkirina Uraniyoma meyandî ya rejîma Îranê di asta %60î de bertekên Amerîkayê li pey hebûn

11:43 - 5 Îlon 2023

Piştî belavbûna beşek ji rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ji aliyê ajansên nûçeyî yên cîhanê ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bertek nîşan da û got, em li benda weşana fermî ya Ajansa Navdewletî ya Wizeya Navkî ne û heta wê demê me nerîneke fermî nîne”.

Ajansên wek “Reuters, Fransa û Associated Press” ragihandine ku berhevkariya Uraniyoma meyandî ya Îranê heta asta %60 ku nêzîkî asta pêwîst bo berhemanîna çekên navikî ye, her diçe zêdetir dibe û ti pêşkevtinek di danûstandinên digel Komara Îslamî de çênebûne.

Amerîkayê di vê derheqê de gotiye ku em dê çavrêya rapora fermî ya Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bikin û heta wê demê biryara xwe ya fermî ranagehînin.

Herwisa Berdevkeke Wezareta Derve ya Amerîkayê jî gotiye: “Amerîkayê bi rohnî ragihandiye ku rejîma Îranê divê bi tevahî pêbendê sozên xwe be û bi lezgînî hevkariyên hewce digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî bike û em rejîma Îranê pêka kiryarên vê heldisengînin”.

Rejîma Îranê bo qazanckirina dem ji bo berhemanîna çeka navkî hemû rêyekê dide pêşiya xwe û çend sal e ku bi awayên cur bi cur xwe ji hevkariyên hewce digel Ajansê diparêze.