Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Wezareta Zanistê ya rejîmê derkirina 58 mamosteyên zanîngehê teîd kir

09:32 - 2 Îlon 2023

Ji destpêka şoreşa Jînayê li Îran û Kurdistanê heta niha, zext û givaşên li ser mamosteyên zanîngehan li Îranê ji aliyê navendên ewlehî ve berdewam bûye û her ji Payîza sala borî ve heta niha 58 mamosteyên zanîngehan li Îranê li ser kar hatine derxistin.
Rojnameya “I`itimad” a ser bi rejîma Îranê di raporekê de belav kiriye ku “navê 58 mamosteyên zanîngehê ku ji Payîza sala borî ve heta niha li ser kar hatine derxistin, bi dest xistiye.” 
Berdevkê Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê, “Elî Şemsîpûr”, roja 10ê Xermananê, bersiva vê raporê da û destpêkê ev rapore red kiribû, lê paşê tevî teîdkirinê, dabû zanîn “ji vê lîsteya 58 kesî tenê 3 kes pêwendî bi Zanîngeha Zanista Pizîşkî ve hene, 17 kes jî pêwendîdar in bi Zanîngeha Azad û 38 kesên din jî ser bi Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknelojiyayê ne”.
Li gorî gotina “Elî Şemsîpûr”, 7 kes ji wan mamosteyan di xwenîşandanên sala borî de dest hebûne hatine derxistin, du kes nehatine wergirtin, 5 kes jî endamên Heyeta Fakulteyê ne ku “bi xwe dev ji kar berdane”, pêc kesan birêveberiya xwe guherîne û kesek jî bi bê îzna zanîngehê ji welat derkevtiye û nehatiye”.
Lê navbirî ti îşareyek bi 38 mamosteyên din ên zanîngehên Îranê nekiriye ku bi çi sedemekê ji ser kar hatine derxistin.