Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li meha Tebexa îsal de 11 milîsên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê hatine kuştin

12:05 - 5 Îlon 2023

Çavdêriya Mafî Mirovî li Sûriyê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku di meha Tebaxa 2023an de 11 çekdarên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 4 milîsên ser bi rejîma Îranê li êrîşên esmanî yên Îsraîlê, 3 milîsên din bi sedema teqîna mîn û 2 milsên din jî bi gulleyên kesên nenaskirî hatin ekuştin û herwisa 2 kes ji endamên Hizbullaha Lunbanê jî hatine kuştin.

Çavdêriya Mafê Mirovî li Sûriyê daxwazê ji hemû aliyên navnetewî yên xwedîrol dike ku bo derxistina rejîma Îranê û hêzên girêdayî vê rejîmê li Sûriyê hemû hewlên xwe tundtir û micidtir bikin û tevahiya kesên ku di kuştin û avarebûna xelkê Sûriyê de rol hebûne, bi destê dadê bêne spartin.

Herwisa Çavdêriya Mafê Mirovî li Sûriyê di raporê de tekezî li ser girîngiya derxistina hêz û milîsên ser bi rejîma Îranê kiriye ku ew yeka divê bi bê metirsî li ser ewlehî û canê kesên medenî an xisarpêketin bi darayî û damezraveyên giştî yên Sûriyê bê kirin.

Hêzên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê hertimî ji aliyê welatê Îsraîlê ve têne armanckirin û welatê Îsraîlê hebûna wan metirsiyek mezin bo ser ewlehiya welatê xwe dizane.