Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bangewaziya hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, bo mangirtina giştî ya roja 25ê Xermananê

10:30 - 6 Îlon 2023

Civatên xebatkar ên xelkê Kurdistanê!

Xebatkarên siyasî û medenî!

Di roja 25ê Xermanana 1401an de, Jîna Emînî keça Kurd a ciwan û xelka bajarê Seqizê, li bajarê Tehran û di encama êrîş û lêdana hêzên tepeserkar ên rejîmê canê xwe ji dest da.

Navê Jînayê wekî ser tirba wê hatiye nivîsandin, bû remza serhildaneke girseyî ya berfireh ku ji Kurdistanê ve bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate destpêkirin û gelek pê neçû ku seranserî bajar û herêmên Îranê û derveyî welat jî li xwe girt û di berdewamiyê de bi şoreşa “Jîna” û şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hate nasîn.

Şoreşa Jînayê serhildan û nerizayetiya herî dirêj û girseyî ye ku karî desthilata Komara Îslamî bixe jêr pirsyarê û di pêxema herifîna wê rejîma tepeserkar de pêngavan bihavêje.

Di heyama sala derbasbûyî de û di pêvajoya vê şoreşê de tevgera azadîxwaziya xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî qonaxeke nû û girseyî li dijî rejîma deshilatdar di Îranê de ceribandin û pêngavên qahîm hilgirtin ku rawestan û bi paş ve vegerîn jê re nîne. Rola berçav a Jinan di pêşengayetiya wê şoreşê de, ji aliyê civakî ve civata me pêngaveke mezin ber bi pêş ve bir û paşeroja serkevtinê rohntir kir. Ciwanan gelek mêrxwasane ji bo gehîştin bi jiyaneke azad û dilxwaz cangoriyek bê mînak dikin.

Di salvegera destpêka şoreşa Jînayê de di cihê xwe de ye ku bi nîşana bilindnirxandina yad û bîranîna şehîdên wê şoreşa nû û rêzgirtin ji cangoriyan û girtiyên siyasî û zindîragirtina tevgera siyasî, bi qedirgiranî ve em ber bi vê yada mezin a siyasî û civakî ve biçin. Di vê derheqê de piştî çend car hevdîtin û şêwirmendiya siyasî, roja Çarşemî 15ê Xermanana 1402an a Rojî, hizbên siyasyî yên Kurdistana Îranê yên wek:

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Komele (Rêkxistina Kurdistanî ya Hizba Komonîsta Îranê )

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)

Saziya Xebata Kurdistana Îranê

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Komela Zehmetkêşên Kurdistanê

Li ser wan xalanan lihev kirin:

1- Piştevanîkirin ji daxwaziyên xebatkarên civaka medenî û rêkxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalakane di salvegera şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de.

2- Ragihandina roja 25ê Xermananê, wek roja mangirtina giştî li hemû Kurdistanê. Di vê rojê de hemû dukan û bazar û navendên kar û îdarî têne daxistin; danê sibêzûya wê roja (25ê Xermananê) cemawera xelkê Kurdistanê serdana tirba Jînaya ciwanemerg û tev şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li bajar û gundên Kurdistanê dikin û deste gulên rêz û xoşewîstiyê danêne ser gorên wan û rêûresmên rêzgirtina ji wan lidar bixin.

3- Em daxwazê ji tev xelkê azadîxwaz ên Îranê (jin, ciwan, kirêkar, mamosta û malnişînkiriyan, Jîngehparêzan û netewên bindest li seranserî Îranê) dikin da ku piştevaniya mangirtina xelkê Kurdistanê bikin û bi mangirtina giştî, nîşanê hemû kesî bidin ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” heya gihîştin bi armancên xwe dê her wisa berdewam be.

4- Em daxwazê ji hemû xebatkar û hêz û aliyên pêşkevtîxwaz li derveyî welata dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya mangirtina giştî ya 25ê Xermananê bikin û di wê rojê de xwenîşandan û rêpîvanên girseyî lidar bixin û bala civaka mirovdost ên cîhanê bo piştgîriya şoreşa Jînayê rabikêşin.

5- Her yek ji hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanî yên beşdar di vê komcivînê de, piştgîrî û beşdariya xwe li mangirtina roja 25ê Xermananê û rêûresmên li ser gora şehîdan û cangoriyan radigihînin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

15ê Xermanana 1402an a Rojî